Nêçîrvan Barzanî: Hêvî dikim bûdce bibe nexşerêyek bo baştir kirina rewşa Îraqê
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pesend kirina bûdceya sê salan ya federalî ji aliyê parlementoya Îraqê ve peyamek belav kiriye.
Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de nivîsandiye: Hêvî dikin ku, pejrandina bûdceya sê salan bibe nexşerêyek bo pêşxistina rewşa abûriya welat, aramiya siyasî û derfeteke baş bo hêlbirînê jî xweş bike. Spasiya wan birêzan dikin ku, bi awayeke dilsoz bo xizmeta xelk û berejwendiyên giştî û yeksaniya xelkê Îraqê kar kirine.
Mixabin di giftûgoyên taybet bi bûdceyê de hinek ji parlementeran bi awayeke şaş li hember maf û şayîsteyên xelkê Kurdistanê tevgeriyane, tiştên ku, qewmîne beruvajî rêkeftinên îmzekiriye, ev helwestên han xizmeta welat, prosesa siyasiya Îraq û pêşeroja Îraqê nakin.
Lazime proje bûdce bi awayeke dadmend were cîhbicîhkirin û rewşa Kurdistanê weke pêgeheke siyasî û destûrî û deverên derveya îdareya herêma Kurdistanê liber çav were girtin û maf û berejwendiyên wan jî parastî bin.
Lazime dilniyayî û gerentiyeke mezin hebe ku, mûçeya xelkê Kurdistanê nebe qurbaniya kêşeyên siyasî û weke karteke siyasî neyê bikaranîn.
Tişta ku, di dema giftûgoyên ser bûdceyê de me dîtin, cîhê dilgiraniye mene, û parçe bûna aliyên Kurdistanî zirarê dide Kurdistanê, rixmî vê yekê jî dikarin bi xwestekeke siyasî ya hevbeş vê yekê bikin derfet bo bihêztir kirina baweriya navbera aliyên siyasî, rêkxistina baştir ya navmala Kurdî û çareser kirina kêşe û aloziyên heyî û bihêztir kirina Kurdistan û Îraqê.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
