• Friday, 15 May 2026
logo

Berpirsekî YNKê: Em ji pişka xwe razî nînin!

Berpirsekî YNKê: Em ji pişka xwe razî nînin!
Berpirsekî YNKê dibêje, em ji pişka xwe ya hikûmetê razî nînin ji ber wê jî em rêkeftina bi PDKê re îmze nakin.

Endamê encumena serkirdetiya YNKê Niyazî Hewramî ji BasNewsê re got, ez bawer nakim rêkeftina PDK û YNKê wisa hêsan were îmzekirin ji ber ku heta niha Gorran razî nebûye. Divê PDK Gorranê razî bike paşê rêkeftina YNK û PDKê were îmzekirin.

Niyazî Hewramî her wiha got, YNK ji pişka xwe ya hikûmetê razî nîne. Eger razî bûya heta niha rêkeftin bi PDKê re îmze kiribû. Ji ber wê jî ez bawer nakim bi hêsanî rêkeftin were îmzekirin.

Basnews
Top