Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê geheşt Amerîkayê
Şeva borî Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed geheşt paytexta Amerîkayê Washingtonê û biryare li gel gelek berpirsên payebilind ên Amerîkayê bicive.
Li gor zanyariyên BasNewsê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji bo serdanekî fermî geheşt Amerîkayê û dê çend rojan li wî welatî bimîne û biryare li gel gelek berpirsên payebilind ên Amerîkayê bicive.
Di dema serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê dê li gel berpirstên Wezareta Derve, Wezareta Berevanî, Wezareta Xezîne, Qesra û hejmarek ji endamên Kongreya Amerîkayê re dê hevdîtinan pêkbîne.
Li gor zanyariyên BasNewsê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryare roja 14.06.2023yê li peymangeha Aştî ya Amerîkayê dê gotarek derbarê rewş û pêşkeftinên li Iraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî, ewlehî û mirovî jî pêşkeş bike.
Basnews
