Pêşewa Hewramanî: Pirsgirêka YNKê ya pare tine, YNK bûye pêketiyê xwefirotinê
Parlamenterê PDKê ragehand, ku PDKê xewna mezin û hêviya mezin heye bo vî welatî û YNK jî bûye pêketiyê xwe firotinê.
Parlamenterê PDKê Pêşewa Hewramanî di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsand û ragehand: ‘’PDKê xewnên mezin û hêviyên wê yên mezin hene bo vî welatî, hemû neyarên vê herêmê dijî kurdbin, tenê fikra wan ew e ka çawa PDKê bidin aliyekî, lê wê jî nikarin.
Pêşewa Hewramanî dibêje: Xwezî em hemû kurdên paqij û niştimanperwerban û dost û hevalên Kîlabî, Kildanî û Xezelî û Pilaysî di nav me de neba û her milmilaneyekî nav me bixwe de heba rewa bû, lê ne ku em bibin kirêgirtiyên wan navên ecêb û xerîb ên ku min behs kirî.
Herwaha got: ‘’Ez agahdarim ku berdewam hikûmet zêdetir pare şandiye Silêmaniyê, ku berpirsyartiya wê ye bişîne, lê pirsgirêka YNKê ne pare ye, ew bûne pêketiyên xwefirotinê û axfiroşiyê û gendelîxarinê bûne. Dîroka wan wisa ye û ev ne tiştekî nû ye.’’
Pêşewa Hewramanî dibêje: ‘’Hêviya selametî û başiyê ji bo hemniştimaniyên ezîz û kesûkarên me yên li Silêmaniyê re dixwazim û xwedê belaya YNKê li ser wan rake.
Basnews
