• Saturday, 14 February 2026
logo

Akar û Jeffrey rewşa Sûriyê de guftûgo kirin

Akar û Jeffrey rewşa Sûriyê de guftûgo kirin
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo kar û barên Sûriyê James Jeffrey li ser pirsa Sûriyê kom bûn.

Akar û Jeffrey li Stenbolê hatin ba hev û di çarçoveya pirsa Sûriyê de nexşereya Menbiçê û hebûna YPGê ya rojhilatê Firatê hate gotûbêjkirin.

Jeffrey ev du roj in li Tirkiyê danûstandinan dike û duh jî piştî hevdîtina wî ya bi Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîn Kalin re, medyaya Tirkiyê ragihandibû: Kalin û Jeffrey lihevkirine ku di avakirina herêma ewle ya li Sûriyê de YPG cih nagire.

Top