• Wednesday, 18 February 2026
logo

Chuck Schumer: Tirkiye li ser cîhanê gefe

Chuck Schumer: Tirkiye li ser cîhanê gefe

Dibêje Tirkiye gefeke mezine bo ser ewlekariya cîhanê.

Senatorê Amerîkî û Serokê basikê demokratan li kongrêsa Amerîkayê Senator Chuck Schumer ragihand ku, dewleta Tirkiyeyê bûye dewleteke êrîşkar û ewlekariya cîhanê xistiye bin metirsiyan.

Senator Chuck Schumer ev yek diyar kiriye ku, siyasetên Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn, Rojhilata behsa Spî û hin deverên din yên cîhanê ev yek îsbat dikin ku, Tirkiye bûye welateke êrîşkar û metirsiyeke gelek mezin û cidiye bo ser ewlekarî û aramiya dever û cîhanê.

Nav hatî daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê kiriye daku, li gel civaka cîhanî dest bi hewldanên darizandin û ceza kirina Tirkiyeyê bikin jiber sûçên însanî ku, heta niha kiriye.

 

Top