Li Almanyayê malbatên DAIŞiyên girtî xwepêşandan li dar xistin
Xizmeke zarokên DAIŞê ya bi navê Întîsar Ehtabe diyar kir: “Ez dixwazim neviyên min ji Sûriyê derkevin û vegerin Hamburgê. Jiyana xwe ya asayî bijîn. Bêne parastin û em jî bikaribin wan himbêz bikin. Em xwarinê bidin wan û wan germ bikin û em bihêlin ji me hez bikin."
Piraniya beşdarbûyên vê xwepêşandanê bi regez Ereb in. Li Almanyayê xelk ku dizanin kesûkarên van malbatan li nav DAIŞê hene, xwe ji wan dûr dixin, bi taybetî Kurd ku bîr û baweriya wan a tal ligel DAIŞê heye.
Xizmê zarokên DAIŞê yê bi navê Şewenî dibêje: “Ji ber vê mijarê, Kurd xwe ji min dûr dixin. Ew dizanin ku zarokên min mirovkuj in. Lê tawana zarokên min çi ye? Wan zarokên wan kuştine?! Li vê derê jî dadgehên me hene, eger hewlek kiribin, bila bêne sizadan. Lê çima tomet têkevin stûyê neviyên çekdaran. Tawana wan çi ye? Ez di vê yekê de nagihêjin!”
Ew welatên ku çekdar û zarokên DAIŞê werdigirin, bi pencên destan têne hejmartin. Wergirtina çekdarên biyanî yên DAIŞê, piştî standina piraniya wê xaka li jêr lingê wan çekdaran, mezintirîn kêşe ye ji bo welatên biyanî.
Tirsa welatan ji wê yekê heye ku wan çekdar, jin û zarokên DAIŞê werbigirin, êdî tundûtûjî li welatên wan belav bibe.
Rudaw
