• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziyê li hejmarek hunermendên Kurdistanê dike

Serok Barzanî pêşwaziyê li hejmarek hunermendên Kurdistanê dike

Serok Barzanî di hevdîtina ligel hejmarek hunermendên Kurdistanê de pêzanîna xwe li hember rola hunermendên Kurdistanê di dîrok, geşeya çandî û hişyariya gelê Kurdistanê de dûpat kir û piştevaniya xwe ji bo daxwazên hunermendan nîşan da.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, îro pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an, Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li hejmarek hunermendên Kurdistanê kir û di hevdîtina navbera wan de rola hunermendên Kurdistanê di dîrok, geşeya çandê û hişyariya gelê Kurdistanê de bilind nirxand, bi taybetî di nasandina doza gelê Kurdistanê de.

Serok Barzanî di hevdîtinê de tevî bilindnirxandina huner û rola hunermendên Kurdistanê di pêşvebirin û nasandina doza Kurd de, ji amadebûyan re li ser rewşa siyasî axivî.

Serok Mesûd Barzanî tekez kir, rola ku hunermendek ji bo nasandina gelê xwe dilîze, dikare gelek ji rol û bandora siyasiyan di nasandina doza gelê Kurdistanê de zêdetir be, di vê çarçoveyê de wek pêwîst zanî ku hunermendên Kurdistanê hunera xwe di xizmeta doz û mafên rewa yên gelê Kurdistanê û kûrbûna xoşewîstiya niştiman û pêkvejiyan û mirovdostî de reng bide.

Serok Barzanî tevî nîşandana hevsoziya xwe ji bo kêşe û daxwazên hunermendên Kurdistanê, piştevaniya xwe ji bo daxwazên hunermendan nîşan da û hêvî xwest ku hunermend bikarin bi asûdeyî û bêyî girift xizmeta pêşxistina ferheng û hunera Kurdistanê bikin.

Di hevdîtinê de hunermendan ji aliyê xwe ve fikr û raman û pêşniyarên xwe li ser kêşe û giriftên hunermendan û daxwazên wan ji bo Serok Barzanî behs kirin.

 

 

Top