• Wednesday, 18 February 2026
logo

Konseya Ewropayê: Divê Demirtaş û Yuksekdag demildest bên azadkirin

Konseya Ewropayê: Divê Demirtaş û Yuksekdag demildest bên azadkirin

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxwaz kir ku Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bên azadkirin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê roja Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an di biryareke xwe de careke din daxwaza azadkirina Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag kir ku derdora 7 sal in bi hinceta peywendiyên ligel rêxistinê di girtîgehên Tirkiyê de girtî ne.

Komîteyê navborî di biryara xwe de bi bîr xist ku Tirkiyê biryara binpêkirina mafan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AHÎM) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de cîbîcî nekiriye.

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Mahsunî Karaman biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiriye û dibêje, “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ya îro de, tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  û Komîteya Wezîran, nedayîna biryarekê ji aliyê  Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ve rexne kiriye û banga azadkirina Demîrtaş careke din dubare kir. Eger heta rûniştina Îlonê neyê azadkirin komîte dê pêngavên piştî wê binirxîne. Komîteyê her wiha daxwaz kir ku Fîgen Yuksekdag jî demildest bê azadkirin.”

Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtî û propaganedeya rêxistinê” ji 4ê Cotmeha sala 2016an ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye. Beşek ji cezayên girtîgehê jê re hatiye dayîn û proseya darizandina wî berdewam e. Demîrtaş piraniya caran bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûniştinên dozên xwe dibe.

Encûmena Yekitiya Ewropayê di navbera rojên 9 û 11ê Adara 2021an çend civînên taybet li ser mafên mirovan kirin. Girtina Selahattîn Demîrtaş û çalakvan û karsazê Tirkiyê jî yek ji mijarên wan civînan bû û di Hezîrana 2021an de daxwaza demildest azadkirina Demîrtaş û Kavala kiribû.

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê jî roja 22ê Kanûna 2020an ragihand ku ti belgeyek zelal nîne ki Selahattîn Demîrtaş bi tohmeta terorê bê cezakirin û got, “Biryara hiştina Demîrtaş di girtîgehê de, bi hincetên siyasî ye.”

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê kiribû ku bi hezar û 500 Euro qerebûya maddî û 25 hezar Euro qerebûya manewî Demîrtaş qerebû bike û xerciyên dadgehê jî bide ku 31 hezar û 900 Euro ne.

Herî dawî Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ligel Figen Yuksekdag ku niha di girtîgehê de ne, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn û bo girtîmayîna xwe di aliyê yasayî de îtiraz kiribûn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 6ê Hezîrana 2023an de  biryar da ku girtî hiştina wan binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye ji aliyê Tirkiyê ve.

 

Rudaw

Top