Necmedîn Kerîm li ser rewşa navçeyên Kurdistanê semînerekî dide
Biryare îro 30.04.2019ê demjimêr 11:00ê li bajarê Soranê parêzgerê rewa yê Kerkûkê li zankoya Soranê semînerekî pêşkeş bike.
Semîner li salona konferansên fakulteya zanistî ya zankoya Soranê dê birêve biçe û taybet li ser guftûgo kirina rewşa naha ya herêma Kurdistanê, Iraqê û guhertinên li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ye.
Necmedîn Kerîm ku siyasetmedarekî xwedî ezmûn ê kurd e, di encama xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê de Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên din ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve hat dagirkirin û ew jî ji erkê xwe hat dûrxistin.
Basnews
