Barzanî pêşwazî li şanda Huda-Parê kir
Malpera fermî ya Barzanî ragihandiye, Serok Barzanî îro li ofîsa xwe li nahiya Pîrmam ya Hewlêrê pêşwazî li şandeka Huda-Parê bi serokatiya serokê giştî yê wê partiyê Îshaq Saglam kir.
Li gorî agahiyên malperê, di civînê de behsa rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa gelê kurd li wî welatî hat kirin.
Di hevdîtinê de her wiha têkestî li ser xebata aştiyane ya gelê kurd bo standina mafên xwe yên rewa hat kirin.
Huda-Par, ku partiyeka kurdî-îslamî ya Bakûrê Kurdistanê ye, sala 2012 hat damezirandin.
Basnews
