Rêxistina Lêborîna Navnetewî: Îranê du zarok darve kirin
Li gor heman çavkaniyê navê wan her du ciwanan Mehdî Suhrabîfer û Emîn Sedaqet e û sala 2017ê dema ku temenê wan 15 salî bûye, bi tometa destdirêjiyê ve, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine girtin û di dadgehekî nedadperwer de cezayê darve kirinê ji wan re hatiye dayîn û roja pêncşema borî hatine darve kirin.
Şahidên bûyerê dibêjin ew du ciwan berî bên darve kirin hatine îşkence kirin û cîhê qemçiyan li ser bedena wan diyar bûye.
