• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şingal- Piştî 9 salan penaber dest bi vegerê dikin

Şingal- Piştî 9 salan penaber dest bi vegerê dikin

Rêveberiya Koç, Penaberan û Bersiva Qeyranan li parêzgeha Duhokê îro roja sêşemê 6/6/2023 ragihand, îro vegerandina awareyên Şingalê bo malên xwe dest pê kir.

Rêveberê Koçberî û Bersiva Qeyranan li parêzgeha Duhokê Pîr Dayan Cafer ji BasNewsê re ragehand: ‘’900 malbatên aware ji bo vegerin malên xwe navê xwe tomar kirine û heta niha 159 malbat vegeriyane Şingalê û 29 malbatan jî daxwaza xwe ya vegerê betal kirine. Penaber azad in ku vegerin, an li kampan bimînin.

Herwiha Pîr Dayan Cafer got: ‘’59 malbatên aware yên Şingalê dê îro bi piştevanîya rêxistina LOMê vegerin malên xwe. Malên van malbatan ji aliyê rêxistina LOMê ve hatine avakirin.’’

Şemo ku yek ji wan penaberên Şingalê ye ku îro ligel malbata xwe vegeriyane Şingalê ji BasNewsê re got: “Sala 2014 dema ku terorîstên DAIŞê êrişî Şingalê kirin û em koçber bûn, em derbasî Herêma Kurdistanê bûn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bo 9 salan em bi cih kirin. Piştî 9 salan em îro vegeriyan Şingalê, em spasiya hikûmet û hemû xelkê Herêma Kurdistanê dikin û heta cîhan hebe em qenciya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bîr nakin.

Herwiha Şemo dibêje: "Em li kampa Şariya dijiyan û gelek alîkariya me kirin. Niha dema vegerê bo Şingalê ye, em daxwaz dikin ku dibistan, navendên tenduristiyê, rê, av û elektrîk li Şingalê bên çêkirin da ku hemû penaber karibin vegerin."

Serokê Lêjneya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê Şerîf Silêman ji BasNewsê re got: ‘’Ti bernameyeke zelal a hikûmeta Iraqê ji bo vegerandina koçberan nîne. Em kar ji bo vegerandina penaberan bo malên wan dikin, lê hikûmeta Iraqê hevkarî nekir û ti xalên rêkeftina Şingalê nehatine cîbicîkirin, lê tevî rewşa Şingalê, penaber vedigerin.

 

Basnews

Top