Mereş- Bi hêza 4,4 pile erdhej rûda
Li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,4 rûda.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4,4 pile erdhej qewimî.
AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 19:40 xulekan de û 11,41 kîlometre di bin erdê de rûdaye.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.
