• Wednesday, 18 February 2026
logo

Yunadim Kenna: Piraniya Mesîhiyên Bexdayê ji tirsa kuştinê reviyane Herêma Kurdistanê

Yunadim Kenna: Piraniya Mesîhiyên Bexdayê ji tirsa kuştinê reviyane Herêma Kurdistanê

Emîndarê giştî yê Tevgera Demokrastiya Aşûrî Yunadim Kenna aşkera kir, tene di heyama 5 salan de ji hezar kesî zêdetir ê Mesîhî li Iraqê hatine kuştin û ji ber wê jî piraniya wan reviyane bo Herêma Kurdistanê.

Yunadim Kenna di hevpeyvînekî li gel kanala I News a Iraqê de ragehand, di salên navbera 2005 heta sala 2010ê zêdetir ji hezar hemwelatiyên Iraqî yên Mesîhî li bajarên Bexda û Besra bi deste hêzên cuda ve hatin kuştin.

Herwaha diyar kir ji ber berdewam tundî û kuştinê li sala 2010ê ve koça Mesîhiyan li navçeyên bin desthilatiya hikûmeta Iraq a federal ve destpê kiriye.

Yunadim Kenna got: Berê tene li Bexdayê nîv milyon Mesîhiyan jiyan dikir, lê naha kêmtirî 150 hezar Mesîhiyan li Bexdayê mane.

Herçend ew siyasetmedarê Iraqê yek ji wan kesane ku berdewam dijatiya Herêma Kurdistanê dike jî, lê nekariye înkar li wê bike ku piraniya Mesîhiyan li bajarên naverast û başûrê Iraqê ve koç kirine û hatine bo bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhok a Herêma Kurdistanê.

 

Basnews

Top