• Saturday, 14 February 2026
logo

Artêşa Îraqê êrîşî ser welatiyên Kurd kir

Gulan Media April 29, 2019 Nûçe
Artêşa Îraqê êrîşî ser welatiyên Kurd kir
Li gor jêderên taybetî duhê bi şev di nava bazarê bajarokê Mexmûrê de hêzên ser bi artêşa Îraqê gole li ser welatiyên Kurd reşandine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku artêşa Îraqê bêyî ti sedemekê êrîşî ser ewlatiyên Kurd kiriye û di encama êrîşên artêşa Îraqê de welatiyekî Kurd birîndar bûye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di destpêkê de hêzên ser bi artêşa Îraqê bi awayekî devkî êrîşî ser welatiyên Kurd kirine û şerê devkî mezin bûye û artêşa Îraqê jî dest daye çekan û gole li ser welatiyên Kurd reşandiye û di encam de welatiyekî Kurd birîndar bûye.

Top