Şanda hevpeymanan û pêşmerge civiyan
Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge, di dicivînê de behsa çend mijarên girîng yên taybet bi reformên di nava hêzên pêşmerge de hatiye kirin û her du alî tekezî li ser domandina reforman û cîhbicîh kirina wan projeyan kiriye ku bo pêk anîna reforman di nava pêkhateya wezareta pêşmerge de hatiye pêşkêşkirin.
