Birayê Hawkar Caf: Ez spasiya Hikûmeta Herêmê û dadgehê dikim ku nehiştin xwîna birayê min vala biçe
Birayê Eqîd Hawkar Caf ku efserê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bû û di meha Cotmeha 2022yê de ji aliyê saziya Dijeteror a YNKê ve hate kuştin, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dadgeha Hewlêrê kir ku rijdbûn li ser cîhbicîh kirina yasayê û biryar dayîna ceza ji tewanbaran re.
Birayê Şehîd Hawkar Caf, Mihemed Caf ji BasNewsê re ragehand, îro dadgeha Hewlêrê biryar derbarê dosya Hawkar Caf de da, ku tewanbar bên darve kirin ku ew jî: Wehab Helebceyî, Luey Asî, Nizar Wirya û hwd ku 6 kesin di wî tewanî de destê wan heye.
Herwaha got: ‘’Ew layîqî cezayên din in, ji ber xedrekî mezin li me kirin, şehîd kirina Hawkar tenê ji ber wê bû ku ji wan şarazatir û dest dirêjtir bû û ji ax û welatê xwe hesdikir.’’
Mihemed Caf got: ‘’Em destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dadgehê dikin, gelek zehmetî di berme de dîtin û heta geheşt wê qonaxê ku xwîna şehîd Hawkar vala neçû.’’
Herwaha derbarê YNKê de jî got: ‘’Pêwîstiya me bi YNKê tine, pêwîstiya me bi dadgehê ye û li dadgehê jî hukim hate dayîn. YNK, îro wan radest jî neke, dê sibe her radest bike, her YNK bixwe bû ew lavê me şehîd kir, ma ew navên ku tên gotin wan tenê nekiriye.’’
Basnews
