Qasim Silêmanî: Danûstan li gel Amerîkayê tê wateya radestbûn e
Li gor raporta malpera Fars News, Qasim Silêmanî di civîna giştî ya fermandar û berpirsên payebilindên hêzên leşkerî û polîsên Îranê de ragehand: ‘’Dijminên me dixwazin bi rêya fişar û dorpêçên aborî ve Îranê bikşînin ser masaya danûstandinan, ku bê guman ev yek jî tê wateya radestbûnê. Lê xelkê me hişyar e û di vê rewşê de danûstandin tê wateya zelûlbûnê.’’
Herwaha got, çend aliyek dixwazin pirsgirêkê berevajî bikin û dijmin divê bizanin Îran welatekî bihêze û ji aliyê ewlehiyê ve jî pêgeheştiye û divê Amerîka baş bizane ku ew asta ku gef dixwe dê encamên wê jî zêdetir berevajî bin.
Basnes
