• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî serxweşiyê li malbat û Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê kir

Gulan Media April 29, 2019 Nûçe
Serok Barzanî serxweşiyê li malbat û Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê kir
Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Dr Abdulrehman Rehîm Abdulla peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbat û Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selaheddînê kir.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdarên li Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selaheddînê

Bi dilgiranyekî zêde ve nûçeya koça dawî ya (Profesor Doktor Abdulrehman Rehîm Abdulla) gihîşt me.

Profesor Doktor Abdulrehman Rehîm Abdulla yek ji wan mamostayan bû bi salên dûr û dirêj‌ xizmeta tevgera zanistê kiriye û rolekî ber bi çav li pêgihandina hejmarek ji kesayetiyên akademî û yasanas de hebûye ku îro dirêjepêderê heman armancên zanistî û yasanasê Dr Abdulrehmanin.

Bi vê helkefta xemgîn de, serxweşiyên xwe pêşkêşî malbata we ya rêzdarê xwedê jêrazî Profesor Dr Abdulrehman û kesukarên wî û Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selaheddîn û Mamosta û xwendekaran dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
29.04.2019
Top