Serokê Parlementoya Tirkiyeyê :Daxwaz ji Leyla Gûvenê dike dest ji girêva birçîbûnê berde
Şentop di bernameya televîzyoneke Tirkiyeyê de eşkere kir ko daxwazên Leyla Gûvenê derveyî aqlê ne. Divê Leyla Gûven dest ji girêva birçîbûnê berde.
Serokê Parlementoyê herwiha eşkere jî kir: Ew serdana Leyla Gûvenê nake.
Parlementera HDPyê Leyla Gûvenê ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî 172 roj in girêva birçîbûnê dike. Digel Leyla Gûvenê ji 3 hezarî zêdetir kes û 3 parlementerên din ên HDPyê di girêva birçîbûnê de ne.
