• Saturday, 14 February 2026
logo

Çavuşoglu bi serdaneke fermî Li Hewlêrê ye

Gulan Media April 29, 2019 Nûçe
Çavuşoglu bi serdaneke fermî Li Hewlêrê ye
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi serdaneke fermî gihîşte Hewlêr a paytexa Herêma Kurdistanê.

Li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de, Çavuşoglu dê bi rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re di derbarê têkiliyên navbera Enqere-Hewlêrê, rewşa dawî ya li Iraqê û geşedanên li navçeyê gotûbêj bike.

Serdana Çavuşoglu bo Herêma Kurdistanê piştî serdana wî ya bo Bexdayê tê.

Çavuşoglu şeva bihorî gihîştibû Bexdayê û îro bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm re hevîtin pêk anî.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, herwiha îro serdana paêrzgeha Besrayê jî kir û bi parêzgarê Besrayê Esed el Îdanî re jî civiya.

Top