Serok Barzanî û Konsolê nû yê Îmarata Yekgirtiya Erebî li Hewlêrê civîyan
Li hevdîtinê de Konsolê nû yê Îmarat, silavên serkirdayetiya siyasiya welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê nîşanda.
Konsolê nû yê Îmarat li Hewlêr, bi navê welatê xwe spasî xelkê Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetîdan û hevkarîkirina koçberan kir. Eve jî xisterû Îmarat li peywendiyên xwe yên li gel Hewlêr berdewam dibe û dûpat li ser piştevaniya welatê xwe ya ji bo yarmetîdana koçberên li Herêma Kurdistanê kir.
Serok Barzanî spasî Konsolê nû yê Îmarat kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera her dû aliyan tekez li ser bihêztir kirina peywendiya siyasî û aborî û çandî ya di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê kir.
Waar.tv
