Wezîrê Berevaniya Iraqê pesnê wî fermandarê ku dixwaze zeviyên cotkarên kurd dagir bike dide
Wezareta Berevaniya Iraqê pesnên wî fermandarî dide ku dixwaze zeviyên cotkarên kurd li Topzawa ya Kerkûkê dagir bike.
Li gor fermanekî veşartî ya nivîskî ku wêneyekî wê dest BasNewsê ketiye, Wezîrê Berevaniya Iraqê pesnê fermandarê firqeya 11 ya artêşa Iraqê dide, ku kariye li ser wan zeviyan kar bike, ku bibin mulkê Wezareta Berevaniyê û daxwaz ji fermandariya firqeyên din jî dike ku wekî wî fermandarî kar bikin.
Fermandarê firqeya 11ê ya artêşa Iraqê Lîwan Rukin Muîd Beday Deracî, ew fermandare ku dixwazê bibe xwediyê 13 hezar donim erdê cotkarên kurd û tirkmenên Topzawa û li ser Wezareta Berevaniya Iraqê wan zeviyan tapo bike û bike cîhê niştecîhbûna efserên artêşê. Ji bo wî karî jî ji aliyê Wezîrê Berevaniyê ve pesnê wî tên kirin.
Basnews
