Li Amerîkayê êrîşî sînagogê kirin
Desthilatên xwecehî yê navçeya San Diego li Başûrê California ragihand in ku di bûyereke teqekirinê de li sînagokeke li derveyî bajarê San Diego jinek hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûm.
Serokê navçeya San Diego William Gore ragihand ku kesekî derbasî kenîseyê bû û teqe li nimêjkeran kir.
Serokê Polîsê San Diego David Nisleit ragihand, kesê gumanber 19 salî ye û xelkê San Diego ye û navê wî John Earnest e.
Serokê navçeya San Diego ragihand ku kesê gumanber nameyek li ser torên civakî belav kiriye, dema gihiştina polîsan ji bo cihê bûyerê , ew reviyaye lê piştre ji aliyê polîsan ve hat girtin û lêkolîn ligel wî tê kirin.
Cejna Bêhevîr a ku ji bo cihûyan pîroz e û 19ê nîsanê roja înê dest pê kir îro xilas dibe.
Rudaw
