CENTCOM: Em dê ji bo heyameke dirêj li Iraqê bimînin
Li gor medyaya Erebî Fermandarê CENTCOMê li Rojhilata Navîn Kenneth McKenzie gotiye hêzên wan dê ji bo heyameke dirêj li Iraqê bimîne û ew jî ji bo wê yekê ku rê li ber kiryarên terorî were girtin û grûpên çekdar ên wekî DAIŞê dernekevin holê.
Derbarê hêzên Amerîkî yên li Sûriyê de jî Kenneth McKenzie ragihand ku bi zanebûn hejmara hêzên xwe li Sûriyê kêm dikin ku bi awakî bandorî li şerê wan ê li dijî DAIŞê nebe.
Kenneth McKenzie herwiha tekez kir ku Amerîka dê hemû tedbîrên pêwîst ji bo dorpêçkirina kiryarên Îranê li navçeyê bicî bike, daku aramî li navçeyê çêbe.
Di beşeke din a axaftina xwe de McKenzie got ku Amerîka li gel hevalbendên xwe di hemahangiyê de ye, daku bi yekgirtî li dijî kiryarên Îranê li navçeyê kar bikin.
Rudaw
