• Saturday, 14 February 2026
logo

Mela Bextiyar: Di civîna PDKê û YNKê de beşek piraniya astengiyan dê bi dawî bibe

Gulan Media April 28, 2019 Nûçe
Mela Bextiyar: Di civîna PDKê û YNKê de beşek piraniya astengiyan dê bi dawî bibe
Berpirsyarê desteya polîtburoya YNKê Mela Bextiyar dibêje di civîn û rûniştina vê carê ya PDKê û YNKê de beşek piraniya astengî dê bi dawî bên.

Mela Bextiyar di civîneke çapemeniyê ya li Hewlêrê got: ‘’Ez piştrast im, eger vê carê YNK û PDK rûnên dê beşek piraniya wan astengiyên li pêş rêkeftina navbera wan de hene dê çareser bibin.’’

Herwaha got: ‘’Qasê ez dizanim YNK amadeye di vê rûniştinê de rêkeftinê li gel PDKê îmza bike.’’

Mela Bextiyar teqez jî kir, zanyarî tineye ku PDK veto li ser namzedên YNKê bike, û got derbarê namzedan de jî guftûgo hatiye kirin.

Mela Bextiyar got: ‘’Wek min berê jî got, divê her sê alî (PDK, YNK û Gorran) rêkeftina stratejîk bikin û li gel yek kar bikin, naha ezmûnên hemûyan jî hatiye ceribandin, hemû alî amadeye baştir ji berê fikir li rêkeftina sê alî û li gel aliyên din jî bike.’’

Basnews
Top