• Saturday, 14 February 2026
logo

Fermandarê HSDê: Şamê heta aniha Rêvebereriya Xweser nas nekiriye

Gulan Media April 28, 2019 Nûçe
Fermandarê HSDê: Şamê heta aniha Rêvebereriya Xweser nas nekiriye
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî aşkere kiriye ku ew ligel wê yekê ne pirsa Sûriyê bi diyalogê di navbera hêzên Sûrî – Sûrî çareser bibe. Lêbelê heta aniha rejima Beşar Esed Rêveberiya Xweser nas nekiriye.

Mezlûm Kobanî ji rojnameya El-Beyan a Îmaratê re axivîye û wiha gotiye: “Meseleya gihandina çareseriyeke giştî ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê, beriya her tiştî girêdayî gelê Sûriyê ye. Em bi rêgeza daûnstandina Sûrî-Sûrî wekî bingeha çareseriyê ji tevahiya dozên Sûriyê û di nav de meseleya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bawer in.”

Herwiha Mezlûm Kobanî daye zanîn ku hikumeta navendî ya li Şamê heta niha rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşniyazên wan ên peydakirina çareseriyeke giştî bi qebûlkirina Rêveberiya Xweser û taybet HSD nikare qebûl bike. Kobanî got: “Der barê gotinên ku tê kirin de ku Amerîka diyaloga di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Şamê de asteng dike, rola Amerîka di vir de ne esas e û biryarên siyasî yên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakevin bin sîwana îradeya hêzên derve.”

Li ser rola Tirkiyê ya li Sûriyê jî Mezlûm Kobanî wiha axivîye: “Tirkiye bi awayekî eşkere li ser zimanê serokê wê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku ew ji axa ku li Sûriyê dagir kiriye, venakişe û bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê hewl dide herêmên li rojhilatê Firatê û Minbicê dagir bike. Di demên dawî de jî xebatên xwe yên ewlehî û leşkerî zêde kirin da ku bigihîje vê armancê.”

Herwiha Mezlûm Kobanî derbarê avakirina herêmeke ewle de ku Tirkiye hewl dide ava bike, ev nirxand kir: “Me berê jî got em fikra herêma ewle ya ku dikeve xizmeta ewlehî û îstiqrara li herêma Rojhilatê Firatê bi parastina navneteweyî, qebûl dikin. Ji bo gihandina formekê ku ji hêla hemû aliyan ve were qebûlkirin, dan û standin dewam dike. Em bi israr in ku herêma ewle bi xwe re destwerdana Tirkiyê ji axa Sûriyê re neyne û rewabûnê nede Tirkiyê. Lê ji aliyekî din ve jî, bêyî çareseriya meseleya Efrînê, em nikarin bi Tirkiyê re bigihîjin lihevkirinekê daynin.”

Basnews
Top