Parlementerên HDPê: Kurdistan ji Kerkûk heta Efrînê di bin gefê de ye
4 parlementerên HDPê Leyla Gûven, Dersim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKKyê Abdulah Ocalanî di girêva birçîbûnê de ne banga yekîtiya netewî dikin û balê dikşînin li ser êrîşên dewletên navçeyê yên dijî erdingariya Kurdistanê ji Efrîn heta Kerkûkê.
Parlementerên HDPê di çarçoveya tecrîda li ser Ocalan de di daxuyaniyekê de bang li hikûmeta Tirkiyeyê jî dikin ku tecrîd rabe û mafên Ocalan werin naskirin.
Tekez kirin jî, heta dema ev daxwazên wan tên bicihkirin, dê greva wan a birçîbûnê berdewam be.
K24
