Şandeke Amerîkî serdana parêzgeha Neynewayê kir
Serokê Şanda Amerîkayê bo Karûbarê Iraqê serdana parêzgeha Neynewayê kir û ligel berpirsên bajêr civi û şanda Amerîka nehiştina paşmayên DAIŞê bi rayedarên parêzgeha Neynewa re gotûbêj kirin. Herwiha herdû aliyan behsa tundkirina sînorên navbera Iraq û Sûriyê de kirin, ew jî bi bikaranîna teknelojiya û piştgrîkirina Hevpeymaniya Navdewletî.
Serokê şanda Amerîkî Joey Hood bi vê serdana deverê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ez gelekî kêfxweş im ku îro ligel hevkarê xwe Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê li vê derê me, herwiha nûnerê taybet bi jenosaîd û efserê taybet li Hevpeymaniya Navdewletî, bêyî hevkariya we, her karekî ku li Neynewayê dikin, nagihe encamê."
Di civînan de, pirsgirêka taybet bi sektora xizmetguzariyan hat gotûbêjkirin ku tê texmînkirin bihayê wê zêdeyî 350 milyon dolarên Amerîkî be.
Serokê Şaneya Krîzan Parêzgeha Neynewayê Muzahim Xeyat jî got: “Gotûbêj derbarê çend mijarên girîng de bûn, yekem nehiştina paşmeyên şer, mîn û teqemeniyan û berdewambûna li ser piştgirîkirina wê dosyayê bû. Ya din di ber çav re derbaskirina wan projeyên taybet bi Neynewa bû ku Amerîka bi rêya UNDP û rêxistinên din ên hemû sektoran bi taybetî sektorên av, elektrîk, fêrkarî û jêrxana aborî piştgiriya wan dike. Herwiha me mijara bihêzkirina rola hêzên ewlekariyê li parêzgeha Neynewayê jî gotûbêj kir."
Aliyê emnî û parastina sînorê navbera Iraq û Sûriyê, yek ji mijarên serekî bû.
Serokê Şaredariya Neynewayê Ebdulqadir Dexîl jî got: “Şandê bal kişand ser aliyê emnî bi taybetî piştî bidawîbûna proseyên rizgarkirinê li Iraq û Sûriyê. Şandê girîngiyeke zêde bi mijara ewlekariyê da, bi taybetî li navçeyên rojavayê Iraqê û herwiha tekez li ser girîngiya kontrolkirina sînorê navbera Iraq û Sûriyê kirin ji aliyê hêzên Iraqî û danîna mekanîzmayeke nû ji aliyê hêzên ewlekariyê ve wek danîna kamera û sûdwergirtin ji teknolojyayê daku zêdetir çavdêriya navçeya berfireh a Cezîre li Iraqê bê kirin."
Piştî kontrolkirina parêzgeha Neynewa ji aliyê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ve bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî, akinciyên parêzgehê ji destê nebûna asayîş, wêranbûna jêrxana aborî û nebûna xizmetguzariyên serekî wek av, elektrîk û dibistanan dinalînin.
Rudaw
