Başûr – Çekdarên DAIŞê li Mexmûrê 4 welatiyên kurd revandin!
Berpirsê liqa Mexmûrê ya PDKê Kirmanc Ebdullah ji BasNewsê re got, 4 kurdên xelkê bajarokê Mexmûrê, ku bo seyranê çûbûn çiyayê Qereçox yê Mexmûrê, li gundê Aliyereş yê Mexmûrê ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.
Kirmanc Ebdullah her wiha got, piştî çend saetan 3 kes hatin berdan lê heta niha yek di destê DAIŞê de maye û nayê zanîn çi hatiye serê wî.
Wî berpirsê PDKê anî ziman, revandina welatiyan ji aliyê DAIŞê ve nîşan dide ku DAIŞ gelekî bihêz bûye û li hember hêzên Iraqî nikarin tiştekî bikin. Êdî hêzên Iraqî nikarin bi roj jî wan deveran kontrol bikin.
Bi gotina Kirmanc Ebdullah, bêyî Pêşmerge parastina wan deveran gelekî zehmet e, ji ber wê jî divê hêzên Pêşmerge vegerin wan deveran.
Basnews
