Viyan Sebrî: Gotûbêjên taybet ên derbarê beşa Herêma Kurdistanê di bûdceyê de pêşde çûn
Seroka Fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê aşkera kir, gotûbêjên taybet ên derbarê beşa Herêma Kurdistanê di bûdceyê de, di nav Hevpeymaniya Rêvebirina dewletê de pêşdeçûnekî baş bidest aniye.
Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand, gotûbêjên di navbera Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê berdewam e û pêşdeçûneke baş di danûstandinan de çêbûye.
Herwaha diyar kir, heta derbarê beşa kurdan a di projeyasaya budceyê de rêkeftin neyê kirin, Parlamentoya Iraqê nacive, ji ber ku bûce yek ji wan yasayane ku nabe bi piranîbûn û kêmbûnê bê derbas kirin. ‘’Herwaha pêwendiya wê bi hemû hemwelatiyan ve heye. Derveyî wê jî rêkeftin heye, ku hejmarek projeyasa hene ku divê bi rêkeftina wan aliyan ve derbas bibin ku hikûmet pêkanîne.’’
Seroka Fraksiyona PDKê got: ‘’Em teqezî li peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ku pêbendî ti made û xalekî nabin ku berevajî destûrê be. Divê projeyasa li gor rêkeftina herdu hikûmetan be.’’
Basnews
