Li Reqayê, bêtir ji 1600 sivîl hatîne kuştin
Rêxistna Lêborîna navdewletî û êxistna Êr Wors(Air Wars- şerên asmanî)a taybet bi şopandin û çavdêrya lêdanên Asmanî di raporekê de raghandîye, li Reqayê wan lêkolînek kirîye li ser 200 bingehan ku ji alîyê Hevpeymaniya Navdewletî ve armanc ên lêdanê bûne. Di dû mehan de hevdîtin li gel bêtir ji 400 aware û dîtvanan kirîne .
Li gor Amnêstî lêdanên Hevpeymaniya Navdewletî bûne sedema wêranbûna bêtir ji 11 hezar avahîyan li reqayê .
Mezne şêwirmenda programa rûbrûna Krîzan di Amnêstî de ragehandiye ku Hevpeymaniya Navdewletî Reqa bi erdê ve hêlaye û lêdanên Hevpeymanyê ne bi hûrî bûn.
K24
