• Saturday, 14 February 2026
logo

Rêgirî li çalekîya HDPê hat kirin

Gulan Media April 27, 2019 Nûçe
Rêgirî li çalekîya HDPê hat kirin
Li Amedê bi hevserokên Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Sezai Temelli û Pervin Buldan hevserokê DBPê, hinek parlementerên HDPê û dayikên aşitiyê xwestin li ber deriyê girtigeha Amedê ya tipa E yê daxuyanîyekê bidin çapemenîyê.

Li ser vê yêkê parêzgehîya Amedê ji bo 3 sieta rêya diçin girtigeha Amedê ji hatin û çûyinê re girtin. Belê HDPyiyên kombûyîn disa ji xwestin bi meşin belê polisan rêgiri li wan kir û destûr neda. Li ser vê yêkê nêzî girtigehê Hevserokên HDPê axaftin kirin.

Di seri de Sezai Temelli axivî û destnişankir ku eve Leyla Guven 170 roje di grevê de lê hukumet bê denge. “Li gel Leyla yê bi hezaran kes di girtigeha de diş grevê dene. Tiştên ew dixwazin mafên rewa ne. Kes nikare beje ev bê huquqiye. Em bangi hemu civakê û kesên demokrat dikin bila deng bidin dengê dayîka.”

Pervin Buydan ê ji li ser qedexeya parêzgehîya ya demkî got: “Hedî parêzgehî bi sietan qedexeya diragihine. Belê dayikên me wê li ber girtigehê ji bo zarokên xwe daxuyanî bida. Lê weke Gebze û Qoserê li vêderê ji pêşiya wan hat girtin. Di vê wezareta dadê û kesên erkdar rê li ber mirina bigre.”

Ji aliyê din ve heta ew kesên kombûyî belav nebûn rê nehatin vekirin.
Top