• Saturday, 14 February 2026
logo

Konsolê Tirkiyê li Kolnê nameya çalakvanên Efrînê wergirt

Gulan Media April 27, 2019 Nûçe
Konsolê Tirkiyê li Kolnê nameya çalakvanên Efrînê wergirt
Di roja çarem a greva birçîbûnê ya çalakvanên Efrînê de, ku li pêş Konsolxaneya Tirkiyê li Kolnê birêve diçe de, Konsolê Tirkiyê nameya nerazîbûnê ya çalakvanan wergirt.

Li dijî binpêkirinên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên li Efrînê dibin, hejmarek çalakvanên Kurd li pêş Konsolxaneya Tirkiyê li bajarê Kolnê li Almanya dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Çalakvanê di greva birçîbûnê de Beşîr Betal ji K24ê re got: “Îro em li vir zimanê miletê Kurd li Efrînê ne. Em li Almanya û tevahiya Ewropa hewl didin êş, binpêkirin û destdirêjiya li Efrînê dibin, bi riya Konsolxaneya Tirkiyê bigihînin hikûmeta Tirkiyê. Herî dawî jî Tirkiye dîwarekî li Efrînê digire û dixwaze wê bi ser sînorê xwe ve bixe.”

Gelek cara gazinde têne kirin ku çalakî bi lawazî birêve diçin û karvedanên bi hêz ji wan re nînin û şîrovekarek van sedeman bi lihevnekirina tevgera siyasî û ne yekbûna gotara partiyên siyasî ve girê didin.

Armanc û daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê bi awayekî sereke ji bo binpêkirin, zulm û zora grûpên çekdar li ser xelkê Efrînê bên rawestandin, grûpên çekar ji nava Efrîn û gundan derkevin û rê li pêş vegera xelkê Efrînê yên li navçe û kampên li bakurê Helebê dimînin vebe.

Bêhtir ji salekê ye Efrîn dagîrkirî ye û bi dehan çalakiyên nerazîbûnê, mangirtin û xwepêşandan li Ewropayê hatin kirin, lê ev cara yekem e ku Konsolê Tirkiyê li Kolnê bi xwe xelkê nerazî dibîne û nameya wan bi dest werdigire.

Rudaw
Top