Berdereş: 23 projeyên xizmetguzarî bi bihayê 12 milyar dînar tên cîbicîkirin
Qaymeqamê devera Berdereşê da zanîn ku, erêkirin ji bo cîbicîkirina 23 pirojeyên xizmetguzarî li Berdereşê hatiye dayîn û hemû projeyên xizmetguzariyê dê bên îhalekirin û piştî ragihandinê dê bên cîbicîkirin.
Qaymeqamê qeza Berdereşê Îsmaîl Mistefa ji BasNewsê re ragehand: Qonaxeke nû ya cîbecîkirina pirojeyên xizmetgozariyê li qezaya Berdereşê dest pê dike û serokwezîr razî bûye ku wan pirojeyan cîbicî bike.
İsmail Mistefa dibêje: "Proje avakirina rê, kolan û projeyên xizmetguzariyê di warên şaredarî, tenduristî, kehrebe û perwerdeyê de dihewîne, ku hemû bi jiyana xelkê ve girêdayî ne."
Basnews
