• Saturday, 14 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê: Dahata petrola Kerkûkê zelal nîne

Gulan Media April 26, 2019 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Dahata petrola Kerkûkê zelal nîne
Berpirsekî PDKê dibêje, nayê zanîn ew diravê ku ji firotina petrola Kerkûkê tê komkirin, çawa tê xerckirin.

Cîgirê serokê encumena serkirdetiya Kerkûk û Germiyanê ya PDKê, Diyarî Husên ji BasNewsê re got, bi rastî rewşa xelkê Kerkûkê di warê derûnî û ewlehiyê de xirab e û xelk gelekî tengav bûne.

Diyarî Husên her wiha got, ewên ku niha Kerkûkê birêve dibin, parêzgarê sepandî Rakan Cibûrî û yên derdora wî, bi kêfa xwe çi dixwazin dikin. Erd û malên kurdan zeft dikin û mafên wan jî dixwin.

Wî berpirsê PDKê behsa dahata petrola Kerkûkê jî kir û got, nayê zanîn ew diravê ku ji firotina petrola Kerkûkê tê komkirin, çawa tê xerckirin. Kes nizanine ew dirav çi lê tê.

Li ser hinartin û firotina petrola Kerkûkê jî wî berpirsê PDKê got, beşek ji petrola bi qaçaxî û bi tankeran diçe Îranê, diravê wê jî dikeve berîka parêzgar û yên nêzîkî wî. Mixabin hinek kurd jî şirîkên wî ne.

Basnews
Top