• Thursday, 19 February 2026
logo

Misal El-Alusî: Tiştê ku di Lijneya Darayî de hatiye kirin têkbirina Mihemed Şîa Sûdanî ye

Misal El-Alusî: Tiştê ku di Lijneya Darayî de hatiye kirin têkbirina Mihemed Şîa Sûdanî ye

Serokê partiyeke Iraqî dibêje, tişta ku di Lijneya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê de hatiye kirin, bi guhertina her du madeyên 13 û 14ê yasaya bûdceyê, ku bi temamî li dijî berjewendiyên gelê Kurd e. Berî her tiştekî jî hewldaneke ji bo têkşikandina hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî ye.

Êvariya roja pêncşemê lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê bê ku li rêkeftina navbera her du Hikûmetên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya Federal li berçav bigre û bê ku rêzbigre li rêkeftina ya ‘’Hevpeymaniya Îdareya Dewletê’’ herdu madeyên 13 û 14ê yasaya bûdceya Iraqê bi awayekî dijminatî li Herêma Kurdistanê guhertin têde pêkanîn. Li ser wê nûjenkirin û guhertinê jî Serokê Fraksiyona YNKê Herêm Kemal Axa û endama fraksiyona YNKê Nermîn Meruf jî ew guhertin îmze kirin.

Di vê derbarê de Serokê Partiya Umme ya Iraqê û siyasetmedarê navdar ê Iraqê Mîsal El Elûsî ji BasNewsê re ragehand: Tişta ku diqewime rewşek bi êşe, guhnedana helwêsta hizbî û siyasî ya herkesî lê ev rewş cîhê nîgeraniyê ye. ji bo zerer û marjînal kirina Kurdistanê, milîsên wan mûşek û firokeyên bê firokevan dişînin Kurdistanê, wezaret û parlamenterên wan milîsên ser bi milîsan ve mijûlî têkbirina proje yasayeke weke bûdceyê ne, daku jiyana li Kurdistanê asteng bikin û rawestînin.”

Herwaha diyar kir: “Pêwîste bûdce di çarçoveya rêkeftineke siyasî de be, bo wê yekê ku hikûmeteke niştimanî ji bo çaksaziyê bikar bîne, niha li gel Kurd û Sunne rêkeftin hatiye kirin û hikûmet jî hatiye avakirin, lê binpê dikin. Ew destpêkek xeternak e û ez hêvî dikim ku hevalê min Mihemed Şîa Sûdanî hay jê hebe. Li vir ne tenê Kurdistan û Kurdan nakin armanc, hikûmeta Sûdanê û baweriya wî ya bidestxistî  jî dibin armanc.”

Alusî got: “Ez bi eşkere bibêjim, cîhan dibêje, hikûmeteke ku baweriya wan bi hevkarên xwe nebe, em çawa dikarin di şerê li dijî terorê û gendeliyê de pê bawer bin? Bi baweriya min kesên ku ev yek li ser proje yasaya bûdceyê kirine, tundrew in ku dixwazin Sûdanî têk bibin û rêkeftina vê dawiyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê dixwazin betal bikin.”

Derbarê pirsa gelo destekî din li pişt wî karî de heye yan hema di berxwe de çend parlamenteran ew tişta kiriye? Mîsal Alûsî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tişta çêdibe ji wê mezintir e ku çend parlamenterekî beredayî wisa bikin. Ti parlamenterekî Sunne û Şîe wêrektiya wî tine ku lîstokekî bikin ji berjewendiya asayîşa niştimaniya Iraqê mezintir be. Tişta pêktê armanc kirina asayîşa niştimaniya Iraqê ye û dixwazin hikûmetê lewaz bikin û wegerînin sifirê. Li gor min xelkek di çarçoveya hemahengiyê de hene ku dixwazin serokwezîr ji wan be. Herwaha nakokî û milmilaneyên mezin di navxweyî Çarçoveya Hemahengî de heye. Tişta ku heye hewldanekî metirsîdar e bo jinavbirina Kurdistanê bi rêya teqandina hikûmeta Iraqê ve, eger rêkeftin hilweşe careke din emê vegerin çargoşeya yekem.’’

 

 

Basnews

Top