• Saturday, 14 February 2026
logo

Parlementerên jin piştevaniya wê parlementera Newey Nwê kirin

Gulan Media April 25, 2019 Nûçe
Parlementerên jin piştevaniya wê parlementera Newey Nwê kirin
Parlementerên jin yên Kurdistanê piştevaniya xwe bo wê parlementera Newey Nwê anî ziman ku Şasiwar Ebdulwahhîd gefa belavkirina dîmenên wê yên rût xwariye.

Parlementera Newey Nwê li parlementoya Kurdistanê Şadî Newzad duh di civîneke rojnamevanî de ragihand ku serokê Newey Nwê Şasiwar Ebdulwahîd gefa wê yekê li wê xwariye ku dê dîmenên wê yên rût belav bike.

Tevahiya parlementerên jin yên Kurdistanê, ku 17 kes in, di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe bo wê parlementerê nîşan dan û ragihandin ku ew bi tundî wan tehdîd û gefan li ser Şadî Newzad şermezar dikin û daxwaz dikin dadgeh di demek kurt de wan kesên tehdîdkar ceza bike.

Basnews
Top