• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Hewldana binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin

Nêçîrvan Barzanî: Hewldana binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şeva yekşemê ragihand ku hewlên binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di gotarekê de ku di merasima derçûna xwendekarên zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê de pêşkêş kir, ragihand ku divê Iraq hemûyan li hev bîne û xelk ji nakokiyên siyasî û pirsgirêkên siyasî bêzar bûne.

Nêçîrvan Barzanî got: Divê em ji pirsgirêkên berê dersê wergirin û hewlên binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin û ez bang li hemû aliyan dikim ku pabendî rêkeftinan bin.

Derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê de jî got, tenê bi yekrêziyê em dikarin statuya Herêma Kurdistanê biparêzin.

Serok Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li Duhokê beşdarî merasima derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê bûn.

 

Basnews

Top