• Thursday, 19 February 2026
logo

Ciwanekî Kurd li Efrînê hate kuştin

Ciwanekî Kurd li Efrînê hate kuştin

Di pîrozbayiyên serkeftina Erdogan de hatiye kuştin.

Li gor jêderên çapemeniyê ji Rojavayê Kurdistanê, şeva derbasbûyî, komên cîhadî yên Tirkiyeyê, jiber serkeftina Erdogan di hilbijartinan de ahengeke organîze kirine.

Di ahengê de çek hatine bikaranîn û di encam de ciwanekî Kurd yê ku, gule ber serê wî ketiye hatiye kuştin û çend ciwanên din yên Kurd jî birîndar bûne.

Ev bûyer li taxa Mehmûdiye ya li Efrînê qewmiye.

 

Top