Wezîrê Petrola Iraqê: Di demek nêzîk de Hewlêr û Bexda li ser petrola Kurdistanê dicivin
Wezîrê Petrola Iraqê Samir Xezban ji Reutersê re gotiye, ewê di demek nêzîk de bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicivin.
Li ser naveroka civînê jî, Xezban gotiye, mijara wan civîn û hevdîtinan dê hinartina petrola Kurdistanê û ew bûdceya ku ji firotina petrola Kurdistanê bi dest tê, be.
Wezîrê Petrola Iraqê daye zanîn ku ew dixwazin rêjeya derxistina petrola Kerkûkê %50 zêde bikin.
Basnews
