Dr. Viyan Sebrî: Sibe Hevpeymaniya Îdareya Dewletê dê derbarê ew nûjenkirina lijneya darayî de bicive
Seroka Fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê aşkera kir, sibe 2905.2023yê Hevpeymaniya Îdareya Dewletê derbarê wan hewldanan de bicive ku li lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê ji bo nûjen kiirna çend madeyekî projeyasaya budceyê zêde kirine dê bicive.
Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî ji BasNewsê re aşkera kir, civîna sibe dê taybet be li ser gotûbêj kirina herdu madeyên 13 û 14ê yên projeyasaya budceya giştî ya Iraqê, ku di dawiya heftiya borî de ji aliyê lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê ve hewla nûjen kirina wê hatiye dayîn.
Herdu made derveyî rêkeftina ku vê dawiyê ya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de pêkhatiye û ji encûmena nûnerên Iraqê re jî hatiye şandin e. Lê hejmarek şovenîstên Iraqê bi hewkariya Fraksiyona YNKê ve hewla nûjen kirinê didin û li gor wan be an jî wekî ku ew dixwazin ew nûjen kirin bê kirin, dê ziyanekî mezin bigehe Herêma Kurdistanê.
Basnews
