• Saturday, 14 February 2026
logo

Du kompaniyên din yên cîhanî ji Îranê derdikevin

Gulan Media April 25, 2019 Nûçe
Du kompaniyên din yên cîhanî ji Îranê derdikevin
jiber dorpêçên Amerîkayê ji Îranê derdikevin
Di çarçoveya dorpêçên Amerîkayê yên bo ser Îranê de, piraniya kompaniyên cîhanî ji Îranê der dikevin.

Her dawî duhê çarşemê her du kompaniyên elektironîkî LG û Samsung daxuyaniyeke fermî belav kirin û ragihandin ku biryar dane daku bi tewahî dawî bi kar û çalakiyên xwe yên li Îranê bînin.

Di daxuyaniya wan du kompaniyan de behsa vê yekê hatiye kirin ku jiber dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê ofîsên xwe yên li Îranê dadixin û dawî bi kar û çalakiyên xwe yên li Îranê tînin.

Hêjayê gotinê ye ku duhê jî Serokkomarê Îranê diyar kiribû ku eger Amerîka zextên li ser Îranê kêm bike vê demê Îran amadeye li gel Amerîkayê danûstandinan bike.
Top