Serok Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî kir
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hate nirxandin.
Di berdewamiya civînê de derbarê kêşeyên îdarî, siyasî, aborî û ewlehî yên li parêzgeha Nînowa û rewşa jiyana welatiyên wê parêzgehê de giftûgo hate kirin
Her du alî tekezî li ser vê yekê kirin ku pêwîste pêkvejiyana aştiyaneya pêkhatên wê parêzgehê bê parastin û bi lez kêşeyên Mûsil bêne çareser kirin û rê nedin asayîşa wê parêzgehê bikevê ber gefa terorîstan.
