• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji Parlamenterê PDKê bo Bilêse Cebar Ferman: Xiyanet di xwîn û bedena wê de heye

Ji Parlamenterê PDKê bo Bilêse Cebar Ferman: Xiyanet di xwîn û bedena wê de heye

 Parlamenterekî PDKê bersiva parlamentera jin a berê li Parlamentoya Iraqê da û diyar kir, xiyanetkar û xwefiroş mafê wan tine di hikûmetê de xwedî gotin bin.

Parlamentera berê ya YNKê û yek ji wan kesên ku berdewam piştevanî li hemû xiyaneta wê partiyê dike jî Bilêse Cebar Ferman e û di nivîsa xwe ya dawiyê de rexne li helwêstê hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara neyasayî û nedadperwerî ya lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê red kiriye.

Li beramber da endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Idrîs Îsmaîl bersiva wê da û ragehand: ‘’Mixabin, xiyanet di bedena YNKê de dernakeve, eger na ew baş dizanin ku yê ku baweriya piraniya gel pê heye, ew bi navê hikûmetê diaxive, lê ji aliyê din ve xiyanetkar û xwefiroş mafê wan tine di hikûmetê de xwedî axaftin bin.

Herwaha got, YNK tirbeya pareyê Kurdistanê dikole û didize. Derfetên Kurdistanê derbasî aliyê din dike, çawa ji bo xelk û axa Kurdistanê dê dilê wê bişewite? Ma mirov dikare bendewariya wî hebe ku dê li gel gelê Kurdistanê û berjewendiyên wê cîh bigre?

Herwaha derbarê Bilêse Cebar Ferman de jî got: ‘’Pêşiyan rast gotine, giya li ser koka şîn dibe, Bilêse jî wek nimûneya bavê xwe ye, wî bi tewr stûyê birayên xwe jê dikir, tenê ji bo qazancê dagirker û dijminên Kurdistanê ew dikir. Bilêse jî bi piştevaniya xiyanetkaran heman rê daye ber xwe û berdewam dike. Bi armanca rojek xewna gelê Kurdistanê ji nav biçe wê dike, lê xewnên xiyanetkaran dê ti demekî bicîh neyên.

Idrîs Îsmaîl got: ‘’Ew xwefiroşiya YNKê heta dawiyê wisa naçe serî, rojek dê bê niştimanperwerên Kurdistanê cezayekî yekcarê dê bidin wê partiyê û dawî bi partî û xwefiroşan bînin.’’

 

Basnews

Top