Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmanî: Dijatiya maf û destkeftên Herêma Kurdistanê tê kirin
Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmanî ku yek ji partiyên Herêma Kurdistanê ye, nîgeraniya xwe li hember biryarên lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê ya li dijî xelkê Kurdistanê anî ziman û diyar kir bi piştevaniya serok û endamekî fraksiyona YNKê ew biryar hatine derxistin.
Şeva borî Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê bê ku rêkeftina di navbera Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye kirin li berçav bigre, madeyên 13 û 14 ya di projeyasaya budceya giştî ya Iraqê de bi awayekî dijminatî li hember Herêma Kurdistanê lê zêde kir, li ser vê jî Serokê Fraksiyona YNKê Herêm Kemal Axa û endama fraksiyona YNKê Nermîn Merûf jî ew îmza kirin.
Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmanî Mihemed Îlxanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew civîn û rêkeftinên di navbera Hewlê û Bexdayê de hatine kirin, ji bo dem derbaskirinê nebûne, ew rêkeftina du desthilatên cîhbicîhkirinê ye ku desthilatên rewa û fermî ne, çawa dibe li gor daxwaza aliyekî, yan çend parlamenteran têkdana rêkeftina di navbera du hikûmetan de tê kirin?’’
Herwaha diyar kir ku ew guhertinên di projeyasaya budce de hatiye kirin, yasayî û dadperwerane nîne û li ser bingehê dijmantiya Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ji naha ve planek dijî beş û mafên darayî yên xelkê Kuridstanê tê kirin.
Bi baweriya Mihemed Îlxanî: ‘’Ev mijar ji bo me û xelkê Kurdistanê aşkera kir ku tenê hikûmetên Iraqê ne pirsgirêk in, herwaha nav me bixwe jî dijatiya budce û berjewendiyên me tê kirin û navxwe de jî hewldanekî wisa heye.’’
Dawiyê de jî got: ‘’Îrade û berxwedana xelkê Herêma Kurdistanê, yekhelwêstî û yekrêziya alî û pêkhateyên siyasî û netewî, take bersiva dirust û bi bandor e bo tekoşîna li hember wê plana ku dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê.’’
Basnews
