4 ciwanên Mêrdînî li Stenbolê jiyana xwe ji dest dan
Çar ciwanên ku ji bajarê Mêrdînê ne, li Kolana Vîdînê ya Taxa Sîlîvrikapî ya Stenbolê di şewata xwaringeheke pîdeyê de jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku her çar ciwan ximzên hev in û ji Mêrdînê ne, navên wan Mehmet Erboga, Beşîr Erboga, Mehmet Erboga û Abdulkadîr Erboga ye.
Li gor zanyariyan, dema ku her 4 ciwan di qata jorîn a xwaringekê razabûne, agir bi dikanê ketiye û şewat derketiye.
Tê gotin ku Mehmet Erboga, Mehmet Beşîr Erboga û Mehmet Erboga û Abdulkadir Erboga ji dûmanê jehrî bûne.
Li gor zanyariyan, kesên ku ji ber bûyera agirpêketinê çûne xwaringehê, dema dîtine ku her çar ciwan bê liv û tevger li erdê ne, polîs û ekîbên tendirustiyê agahdar kirine.
Hat ragihandin ku cenazeyên her 4 ciwanan dê bo Mêrdînê bên veguhastin û li gundê wan bên veşartin.
K24
