Li Pêşangeha Bînasazî û Avakirinê ya Hewlêrê herî zêde kompaniyên Tirkiye û Hindistanê beşdar in
Kompaniyên Tirkiye û Hindistanê di rêzbenda herî pêş a 13emîn Pêşangeha Navdewletî ya Bînasazî û Avakirinê ya Hewlêrê de ne, ku niha li Hewlêrê birêve diçe.
Bi beşdariya 214 kompaniyan û nimayîşkirina zêdetirî 400 markayên cîhanî, roja Sêşemê 23ê Gulana 2023an, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 13emîn Pêşangeha Navdewletî ya Bînasazî û Avakirinê hat vekirin û çar roj berdewam dibe.
Kompaniyên beşdar, ji 11 welatên cuda hatine û di pêşangehê de kar û projeyên xwe pêşkêş dikin, ew jî welatên Iraq, Tirkiye, Hindistan, Portugal, Polanda, Îtalya, Îran, Erebistana Siûdî, Urdin, Lubnan û Îmarat in.
Ji kompaniyê Tirkiyê 50 kompanî beşdar bûne û di rêzbenda yekem a welatên beşdar de tên û piştî wê jî welatê Hindistanê tê, ku 31 kompaniyên wî welatî di pêşangehê de amade ne.
Sektora veberhênan û bînasaziyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, piştî azadkirina navçeyên ziyandîtî yên ji ber êrîşên DAIŞê û zêdebûna dahata hinardekirina petrolê, di geşbûna xwe de berdewam e, vê yekê jî bandor li ser geşbûna bilez a bazara karê bînasazî û keresteyên avahîsaziyê dirust kiriye.
K24
