• Thursday, 19 February 2026
logo

Siûdiye elektirîkê dide Îraqê

Siûdiye elektirîkê dide Îraqê

Vê dawiya îsalê xeta elektirîkê were girêdan.

Balyozê Siûdiyeyê yê li Bexdayê ragihandiye ku, li gor rêkeftina navbera Îraq û Siûdiyeyê, vê di dawiya sala 2023an de, Siûdiye elektirîkê bide Îraqê.

Balyozê Siûdiyeyê diyar kiriye ku, li gor rêkeftina ku, di navbera Îraq û Siûdiyeyê de hatiye îmzekirin, vê di dawiya sala 2023an de, xeta elektirîkê ya Îraq û Siûdiyeyê bihevre were girêdan û Siûdiye elektirîkê bide Îraqê û bi vê awayî gelek kêşeyên elektirîkê yên Îraqê werin çareserkirin.

Top